HELEBCE — Şêniyên taxa Şehîdan a Helebceyê ji ber nebûna xizmetguzariyan bi fikarin û daxwaz ji hikûmet û aliyên peywendîdar dikin ku pirsgirêkên taxa wan çareser bikin, di hedemê de ku berpirsekî şaredariya bajêr diyar kir ew ji ber nebûna dahata li berdest nikarin li gor tê xwestin projeyên xizmetguzariyê bicih bînin.
- Şêniyên taxa Şehîdan a Helebceyê ji ber nebûna xizmetguzariyan bi fikarin.
- Rûniştvanê taxê Xulam Heme Seîd diyar kir ku taxa wan mîna hawuza masiyan lêhatiye û cadeyên wê çalin.
- Berpirsekî şaredariyê got ku ew ji ber nebûna dahata li berdest nikarin projeyan bi cih bînin.
Rewşa Zehmet a Taxa Şehîdan
Helebce yek ji parêzgehên Herêma Kurdistanê ye, tevî ku bajar wek parêzgeh hatiye pejirandin jî, lê xelkê wê ji ber kêm xizmetguzariyên sereke nerehetin. Hikûmet jî li gor tê xwestin bala xwe nade ser pirsgirêkên bajêr. Di derbarê nebûna xizmetguzariyan de şêniyên taxa Şehîdan a Helebceyê ji ajansa me re axivîn.
Xulam Heme Seîd rûniştvanê taxa Şehîdan a Helebceyê ye û ev 10 salin li vê taxê rûdinişt. Xulam got: “Taxa me mîna hawuza masiyan lêhatiye, cadeyên wê çalin û av tê de kom dibe. Di salvegera kîmyabarana Helebceyê de rayedar tên bajêr lê ti xizmetek ji bo tax û bajarê me nakin.”
Nebûna Hêviyê li Demê Rayedaran
Her wiha Xulam Heme Seîd da diyarkirin ku heta niha rayedaran ti sozek ji bo çareserkirina pirsgirêkên taxa wan nedane û got: “Biryar bû ev pirsgirêk bên çareserkirin, lê niha sekinîne û ti karek nakin. Pêwîste mirov bi cezmeyan di vê taxê de hatûçonê bike. Wek kes ti daxwazek min ji hikûmetê nîne, ji ber ku dizanim wê tiştek nekin. Li vî welatî hêviya me bi tiştek nîne.”
Welatiyê bi navê Rizgar Menuçer jî li ser heman pirsgirêkên xizmetguzariyê got: “Ev taxa şehîdane, nêzî 25 sal e em di vê rewşê de ne. Me gelek caran daxwaza çareseriyê kir.”
Pêşeroja Bûyeran
Welatî û şêniyên taxa Şehîdan a Helebceyê li benda çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bingehîn in, di demê de ku rayedarên şaredariyê ji ber kêmbûna dahatê astengiyan nîşan didin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî