BALEKAYETÎ — Bi hatina payîzê re, bêhna sêvan baxçeyên Balekayetiyê tijî dike û darên sêvan şaxên xwe bi fêkiyên kesk, sor û zer xemilandine. Ev fêkî xebata salek dijwar ya baxçevanên dilsoze.
- Berhemên sêvan ên îsal ji hêla hejmar û kalîteyê ve cotkar keyfxweş kirine.
- Nebûna planên hikûmetê û sarincên parastinê êşa cotkarên herêmê kêm kiriye.
- Hawirdekirina domdar ya sêvên biyanî zextê li ser bazara navxweyî çêdike.
Bereket heye lê pirsgirêka bazarê mezin e
Bi hatina payîzê re, bêhna sêvan baxçeyên Balekayetiyê tijî dike û darên sêvan şaxên xwe bi fêkiyên kesk, sor û zer xemilandine. Ev fêkî xebata salek dijwar ya baxçevanên dilsoze. Tevî ku berhemên îsal ji hêla hejmar û kalîteyê ve cotkaran keyfxweş kiriye jî, ligel berhemê, nebûna planên hikûmetê ji bo sektora çandiniyê êşa cotkarên herêmê kêm kiriye. Di vê çarçoveyê de, cotkarên Balekayetiyê ji ajansa me Rojnews’ê re axivin.
Nebûna sarincan û zexta sêvên biyanî
Karox Hemed ku bi salan sêvan hildebirîne, got: “Nebûna sarincên ji bo hilanîn û parastina sêvan, digel kêmbûna girîng ya bihayên li sûkê, ne gengaz kiriye ku em heta lêçûna berhevkirin û veguhastina hilberên xwe jî vegerînin. Wekî din, hawirdekirina domdar ya sêvên biyanî di dema gihiştina berhema navxweyî de zexta li ser bazara navxweyî zêde kiriye.” Her wisa Karox Hemed got; “Berhema sêvan ya îsal pir baş û bi bereket bû, lê fikara me ya herî mezin piştî çinînê destpê dike. Bazar bi tevahî li dû sêvên hawirdekirî ye û bihayê sêvên navxweyî ewqas daketiye ku lêçûna fon û mûçeyên karkeran nagire. Ji ber vê yekê em neçarin ku wan bi bihayên pir erzan bifroşin an jî bi xirabûnê re rûbirû bimînin.”
Pêşeroja Bûyeran
Xwediyê baxçeyê sêvan Îsmaîl Silêman jî têkildarî got; “Herêma Balekayetiyê ji bo hilberîna sêvên pile yek avhewayek guncaw heye, ku dikarin ji hêla tam û kalîteyê ve bi hilberên biyanî re pêşbaziyê bikin. Lêbelê, pirsgirêka sereke nebûna binesaziya çandinî-pîşesaziyê ye. Bi taybetî avakirina sarincek baş û k…
Çavkanî: Rojnews Kurmancî