HEWLÊR — Çareseriya azadîxwaz a pirsgirêka Kurd wê li gel yekîtiya Kurdan pêk were û ev jî girêdayî demokrasiya Kurd a pêşketî ye. Di gel ku gelê Kurd û dostên wan li her derî bi awayekî zêde di nava bendewariya ‘’yekîtiya neteweyî’’ de ne, hatina agahiya ku rêveberiya heyî ya li Başûrê Kurdistanê bûye du perçe a rastî matmayîneke mezin afirand.
- Çareseriya azadîxwaz a pirsgirêka Kurd bi yekîtiya Kurdan û demokrasiya pêşketî pêk tê.
- Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo avakirina Hikûmeta Yekîtiya Demokratîk di nava raya giştî de hêviyeke mezin afirandibû.
- Tevî ku ev çaryêk sedsal e KNK hatiye avakirin jî ji ber astengiyan nedikarî rola xwe bilîze.
Bertekên li ser perçebûna rêveberiyê
Di gel ku gelê Kurd û dostên wan li her derî bi awayekî zêde di nava bendewariya ‘’yekîtiya neteweyî’’ de ne, hatina agahiya ku rêveberiya heyî ya li Başûrê Kurdistanê bûye du perçe a rastî matmayîneke mezin afirand. Wêdetir hêrs û bertekeke gelekî girîng derxist holê. Helber berê her kesî da jinûvenirxandina bendewarî û fikran û lêpirsîna sedemên vê rewşê.
Bandora banga Abdullah Ocalan
Lê belê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di demên dawîn de ku got ‘’Divê Hikûmeta Yekîtiya Demokratîk were avakirin’’, di nava raya giştî de hêvî û bendewariyeke mezin afirandibû. Dîsa li serçapemeniya Kurd û di nava raya giştî de zêdetirîn mijara ku dihat nîqaşkirin jî yekîtiya neteweyî bû. Her çend hemû kesan di çarçoveya nêzîkatiya xwe de dianî ziman jî mijara ku herî zêde li ser yekîtî çêdibû, hewcehiya yekîtiya neteweyî bû. Hem hişmendiyê hem jî hîsiyatê ev rewş derdixist holê.
Astengiyên li pêşiya yekîtiya neteweyî
A rastî rewşa perçebûyînê ku di tevahiya dîrokê de di navbera mîrektiyên Kurdan de jî rû dida, zêde hêvî û bawerî nedida kesên ku li ser mijara yekîtiya neteweyî difikirîn û ew dianîn ziman. Ev rewş tim dibû mijareke rexne û gazinan. Pratîka Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de qet hêvî nedida. Tevî ku ev çaryêk sedsal e Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hatiye avakirin jî ji ber beşdarnebûna hin partiyan û astengkirina wan nedikarî rola xwe bilîze û erkê xwe bi cih bîne. Tevî ku ev du sal in li Başûrê Kurdistanê hilbijartin hatine kirin jî Meclîs kom nebûye û hikûmeta nû nehatibû avakirin.
Pêşeroja Bûyeran
Bêguman ev yek hemû bûn sedem ku di nava civaka Kurd û dostên wan de şikeştineke hêviyê û lawazbûnek çêbibe.
Çavkanî: ANF Kurmancî