11 Kasım 2026, Çarşamba
Nûçe

Kongra Star: Tundiya li dijî jinan pirsgirêkeke civakî ye

💡 HABERİN ANATOMİSİ

ÇILAXA — Kongra Star diyar kir ku di civakan de tundiya li hemberî jinan zilm û pirsgirêkeke xeternak e û bi boneya 25ê Mijdarê daxuyaniyek da.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Li bajarê Çilaxayê Kongra Star bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyanî da.
  • Xebatkarên saziyên sivîl û xizmetguzariyê tevlî daxuyaniyê bûn.
  • Daxuyanî ji aliyê xebatkara Kongra Star Heyfa El Ewad ve hate xwendin.

Tundiya li dijî jinan pirsgirêkeke mirovî ye

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: ‘Tundiya li dijî jinan yek ji şêweyên zilmê ye ku didome. Pirsgirêkeke civakî û mirovî ye bandorê li rûmeta tevahiya civakê dike. Bi boneya roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan em dengê xwe li dijî hemû şêweyên tundî û zilmê radikin. Azadiya jinan, maf û rûmeta wan mafên wan ên xwezayî ne.’

Divê hişmendiya civakê were guhertin

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Biçûkxistina jinan û ew paşguhkirin tûndî ye û cûdahiyê dixin di navbera jinan û mêran de. Divê vê hişmendiyê biguherînin û neslan fêr bikin ku bi hurmet nêzî jinan bibin. Parastina jinan ji malbatê dest pê dike. Her wiha divê qanûnî parastina jinan were kirin.’

Pêşeroja Bûyeran

Di dawiyê de jî hate gotin: ‘Em bang li civakê, rêxistinên qanûnî û mafên mirovan dikin ku li hemberî tundiyê derbikevin. Li beranberî wê bê deng nemînin. Tundî ne çarenûsa jinan e. Divê her kes ji bo avakirina civaka azad, bi edalet û wekhev tê bikoşe.’

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse