28 Kasım 2026, Cumartesi
Nûçe

Li Silêmaniyê Semînerek Girîng li Ser Rewşa Siyasî û Jeopolîtîk a Herêma Kurdistanê

🔍 DERİNLEMESİNE ANALİZ

İSTANBUL — SILÊMANÎ — Li bajarê Silêmaniyê semînerek berfireh li ser rewşa siyasî û jeopolîtîk a Herêma Kurdistanê hate lidarxistin, ku tê de banga yekîtiya neteweyî hate kirin û hate diyarkirin ku divê aliyên siyasî dev ji berjewendiyên hizbî berdin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Divê partiyên Kurd dev ji nakokiyên hizbî û girêdayîbûna derve berdin.
  • Parlamento divê bi beşdariya hemû aliyan bê aktîfkirin.
  • Mekanîzmayeke neteweyî ya hevpar ji bo parastina berjewendiyên Kurdistanê pêwîst e.

Diyalektîka Kaos û Hegemonya Jeopolîtîk

Li Silêmaniyê semînerek bi navê “Diyalektîka Kaos û Hegemonya Jeopolîtîk li Herêma Kurdistanê” ji aliyê Rêxistina Azadbûn ve ji bo Çalakvan Mihemed Kerîm hate lidarxistin. Di vê semînera girîng de, rewşa aborî ya herêmê, pirsgirêkên heyî û nakokiyên jeopolîtîk ên li Herêma Kurdistanê bi hûrgulî hatin nîrxandin û nirxandinên kûr li ser pêşerojê hatin kirin.

Bandora Guhertinên Herêmî û Navneteweyî li ser Kurdistanê

Di berdewamiya semînerê de, Çalakvan Mihemed Kerîm di derbarê guhertinên navxweyî û derve de axivî û ev tişt anîn ziman: “Bi saya guhertin û nakokiyên herêmî û navnetewî, Kurdistan bûye qada berjewendiyên hêzan. Lêbelê, nebûna stratejî û sekneke netewî, cudahî û dabeşbûnên di navbera serkirdeyên Kurd yên Başûrê Kurdistanê heyî, kûrtir kiriye. Van nakokiyan alî ber bi lêgerîna pere û desthilatdariyê ve birine. Ger pirsgirêka Kurd qels be û Bexda bêyî ku vegere Herêmê biryar bide, nebûna gotûbêjên siyasî û kûrbûna nakokiyan dê îhtîmala pevçûnê, vegera bo du îdareyên siyasî, aborî û navneteweyîkirina nakokiyan zêde bike.”

Rrola Hêzên Herêmî û Navneteweyî

Her wisa di axaftinê de hate zanîn ku welatên herêmî û DYA bi awayên cuda bandorê li rewşa heyî ya li herêmê dikin û di vî warî de ev nirxandin hate kirin: “Îran ji bo parastina ewlehiyê, dijberiya Tirkiye û DYA’yê bi awayên cuda bi YNK û PDK’ê re tevdigere. Tirkiye jî, ji ber hebûna PKK’ê zextê li herêmê dike û polîtîkayên xwe yên ewlehiyê li ser vê bingehê dimeşîne.”

Pêşeroja Bûyeran

Lêkolîn û semînerên bi vî rengî careke din nîşan dide ku pêwîstiyeke lezgîn bi diyalogeke navxweyî heye da ku gelê Kurd di pêvajoyên aloz ên jeopolîtîk de nebe qurbana berjewendiyên hêzên derve û mafên xwe yên neteweyî biparêze.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse