28 Kasım 2026, Cumartesi
Nûçe

Koma Berxwedan: Xwedîderketina li Başûrê Kurdistanê erka me hemûyane

🔴 FLAŞ HABER

İSTANBUL — NAVENDA NÛÇEYAN — Koma Berxwedan bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkayên hikûmeta Iraqê yên li ser Başûrê Kurdistanê da û bangeke lezgîn li hemû Kurdan kir ku bi hemû hêza xwe xwedî li destkeftiyên dîrokî yên Başûrê Kurdistanê derkevin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Koma Berxwedan têkildarî helwesta Hikûmeta Iraqê ya li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.
  • Hikûmeta navendî ya Iraqê di demeke ku Rojhilata Navîn di nava kaos û aloziyên mezin de ye, destkeftiyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi hincetên cûrbecûr tehlûke dike.
  • Banga tevgerê hate kirin ku çawa gelê me ji bo Rojava herikî kolanan, bila îro jî ji bo parastina Başûrê Kurdistanê rabike ser lingan.

Hişmendiya Hikûmeta Iraqê Aloziyê Zêde Dike

Di van rojên dawî de û bi taybetî ku Rojhilata Navîn di nava kaos û aloziyên mezin de ye, Hikûmeta navendî ya Iraqê destkeftiyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê bi hinek hincetan tahdîd dike. Ev hişmendî li şûna aramiyê, aloziyeke din li herêmê zêde dike, li şûna pêkvejiyana gelan, li ser vê axa ku mazûbaniya şaristaniyên cuda kiriye, kîn û nefretê diçîne. Tu tişt nabe hincet ku azadî û destkeftiyên gelan ji dest wan bêne girtin. Ew destkeftî bi xwîna vî gelî pêk hatine. Ne enfal ne jî koçberiyên li pey hev nikarîbûn vî gelî ji nasnameya wî dûr bixin. Ev destkeftî ne yên partiyekê, hêl û parçeyekî Kurdistanê ne, ew destkeftiyên her Kurdekî li her deverekî cîhanê ne. Ev rewş ji aliyê Koma Berxwedan ve bi tundî hate şermezar kirin û hate diyarkirin ku divê ti kes destdirêjiyê neke ser nirxên pîroz ên gelê Kurd.

Hêrsa Netewî û Pêwîstiya Yekîtiya Rêxistinî

Çawa gelê me ji bo Rojava herikîn kolanan wê wiha ji bo Başûr jî bike. Em li vir, weke her demê, bi hestên netewî nêzîkî pirsê dibin. Bîr û baweriyên siyasî yên cuda ji bo Kurdan dewlemendiyeke, lê dema mesele bû hewldana têkbirina destkeftî û dîlgirtina azadiya gelê Kurd, êdî hemû sînor li hember hêrsa netewî hildiweşin. Divê ku hikumeta navendî ya Iraqê vegere destûra xwe ya bingehîn û demildest dest ji zimanê tehdîdê berde. Koma Berxwedan tekez kir ku parastina statuya herêmê erkeke exlaqî û siyasî ya her kesî ye û divê aliyên siyasî li hember van gefan helwesteke hevpar nîşan bidin.

Pêşeroja Bûyeran

Em bi hêvîne ku hêz û partiyên Başûrê Kurdistanê jî nakokiyên xwe deynin aliyekî û bi giyanekî netewî bersiva van nêzîkatiyên neyînî bidin, û di zûtirîn dem de li ser berjewendiyên bilind ên neteweyî werin gel hev da ku pêşî li êrîşên li ser destkeftiyên gelê me bigirin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse