13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

WSJ: Îran xwe ji bo êrîşên nû yên DYE’yê amade dike

Hat diyarkirin ku rêveberiya Tehranê ya ku difikire ku DYE piştî hilbijartinên navberê êrîşên nû li ser Îranê pêk bîne, tedbîrên parastina sazgehên nukleerî û leşkerî zêde dike û kapasîteya mûşek û balafirên bêmirov ji nû ve ava dike.

Li gorî nûçeya Wall Street Journalê (WSJ) Îran li hember îhtimala ku DYE piştî hilbijartinên navberê yên 3’yê Mijdarê êrîşên nû pêk bîne, amadekariyên xwe zêdetir dike.

Rêveberiya Tehranê ji bo pêşî li êrîşên nû bigire, îhtimala operasyonên bejayî yên li welatên cîran, lêdana tesîsên petrolê yên li Erebistana Siûdî û hedefgirtina keştiyên şer ên DYE’yê tîne rojevê.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse