13 Ekim 2026, Salı
Nûçe

Ciwanên Til Temir û Zirganê banga naskirina zimanê Kurdî kirin

Ciwanên ji bajarên Til Temir û Zirganê bi meşeke meşaleyî daxwaza naskirina destûrî ya zimanê Kurdî kir û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Ciwanên ji Til Temir û Zirganî bi daxwaza naskirina destûrî ya zimanê Kurdî, parastina mafê gelê Kurd  û şermezarkirina Komploya Navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah meşeke meşaleyî organîze kir.

Meş ji Çerxerêya Kehrebê ya Til Temirê dest pê kir, li tevahî kolanên sereke geriya û heta bi rêya gişt ya Til Temir-Serêkaniyê çû. Li wir meş veguherî mîtîngê.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse