Diyarname
Di maçên duyemîn Lîga Şampiyonan de tîma katalan Barselona li Stenbolê bû mêvanê Galatasaray. Barselonayê bi 4-1 sê pûanên xwe girtin û çû.
Maç li Stada Galatasaray Rams Parkê bû. Di maça ku Barselona ji serî heta dawî serdest bû de peşî Galatasaray gol avêt: Di deqiqeya 28’an de Aleksey Bartakov tîma xwe bi 1-0 derxist pêş. Barselonayê di deqîqeya 43’yan de bi Joao Cancelo bersiv da û nivîka yekem bi 1-1’ê bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de Barselonayê hema hem agıg nîşanî Galatasaray neda. Di vê nîvekê de Lamine Yamal zêdetir hat ser xwe û pêşî di deqîqeya 50’î de asîst da Fermin Lopez; Lopezî encam anî 2-1’ê. Piştî vê bi 3 deqeyan vê carê Yamalî gog da Anthony Gordon û encam hat 3-1’ê.
Gola dawî ji lîstikvan Karim Adeyemi ku nû ketibû maçê avêt. Dîsa Yamal hebû: Yamal gog ji Jesus re şand, gog li Jesusî ket, lê nekarî gogê bigire û gog li ber Adeyemî ma; Wî bi lingê çepî xweş lêda: 4-1.
Çavkanî: Diyarname