Ji bo ku tu dersên xwe bi awayekî herî bi bandor û serketî bixwazî û bixûnî, çend rêbaz û gavên girîng hene. Ev rêbazên ku em ê pêşniyaz bikin dê alîkariya te bikin ku bala te neçe ser tiştên din û tiştên ku tu dixwînî di bîra te de bimînin:
1. Amadekarî û Jîngeh (Cihê Xwendinê)
Cihê xwe diyar bike: Ji bo xwendinê cihekî bêdeng, ronîhiya xwe baş û bi rêkûpêk hilbijêre. Li dora te tiştên ku balê dikişînin (wek têlefon an lîstok) bila tunebin.
Pêdiviyên xwe amade bike: Pirtûk, defter, pênûs û her tiştê ku dê ji te re lazim bibe beriya ku dest pê bikî bîne li cem xwe; da ku dema tu dixwînî ranewestî, ranebî û rûnenî.
2. Plan û Bernameya Xwendinê
Demjimêran diyar bike: Bernameyek çêbike û diyar bike ku tu yê kîjan dersê di kîjan saetê de bixebitî.
Teknîka Pomodoro bikar bîne: Di şûna ku tu demeke dirêj bê navber bixuşlî, 40 deqîqeyan bişuxle û 10 deqîqeyan navber bide. Ev yek mêjiyê te nû dike û bala te zêde dike.
Çavkanî: Çandname