14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Parêzer Aba: Azadiya fîzîkî û statuya Rêber Apo girîng e

Nûnerê Amedê yê TÎHV’ê parêzer Mûrat Aba got, ji bo pêşveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û statuya wî bê diyarkirin.

Ji bo rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û avakirina aştiyeke mayinde işaret bi girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin. Nûnerê Amedê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) parêzer Mûrat Aba mijar ji ANF’ê re nirxand.

Mûrat Aba bal kişand ser cihê MHP’ê yê di pêvajoyê de û diyar kir ku piştî Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) piştgirî da pêvajoyê, pêla neteweperestiyê jî heta astekê sekinî.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse