14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) hişyarî da ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn û rageşiya li ser Tengava Hurmuzê heta dawiya sala 2026’an dibe ku 11,7 milyon jin û keç bi pirsgirêka xurekê re rû bi rû bimînin.

Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) ragihand ku şerê li Rojhilata Navîn giran dibe û rageşiya li ser trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê li ser xurek û jiyana bi milyonan jin û zarokên keç metirsî ye.

Li gorî analîza “Rîska Ewlehiya Xurekê ya ji ber Rageşiya li Rojhilata Navîn a li ser jin û zarokên keç” ku di 13’ê Cotmehê de ji aliyê UN Women ve hate weşandin, zêdebûna lêçûna barhilgirî, zibil û enerjiyê buhayê xurekê zêde dike, zexta li ser çavkaniyên debarê yên jinan û hatineya malê girantir dike.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse