Polîsan bi ser avahiya Halk TV’ê ya li Stenbolê de girt. Qeyim li Halk TV hate tayînkirin û weşana wê hate rawestandin.
Polîsan îro bi ser avahiya Halk TV’ê ya li Stenbolê de girt. Piştî serdagirtinê qeyim tayînî kanalê hat kirin û weşana televîzyonê hat sekinandin. Di kanalê de lêgerîna polîsan didome. Polîs nahêlin xebatkarên kanalê têkevin hundir.
Rêvebirê Giştî yê Weşanê yê Halk TV’ê, Suat Toktaş, xwest ku weşana rasterast bidome da ku mafê bingehîn ê gel ji bo agahdarkirinê were parastin, lê qeyim ev yek qebûl nekir.
Çavkanî: ANF Kurmancî