14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Cotyarên Helebceyê: Divê hikûmet rê nede hinar ji derve de bên

Dema gihiştina hinarên Helebce ye û hêdî hêdî dikeve bazaran. Cotyarên Helebceyê ji niha de bang li hikûmetê dikin ku rê nede hinarên derve werin bazaran daku hinarên xwemalî bên firotin. Berpirsê rêveberiya çandiniya bajêr jî got: “Îsal ji ber guherîna avhewayê berhemê hinar kêm kiriye.”

Demsala payîzê hat û hinarên Helebceyê gihiştin, piştî ku baranê lêxist ji bo xwarin û firotinê xweştir û baştire. Biryare 28’ê Cotmeha îsal wek salên din festîvala hinaran li bajêr bê lidarxistin û ji niha ve dest bi amadekariyên wê hatiye kirin. Cotyarên bajêr bi rêya ajansa me daxwazên xwe yên ji bo hikûmet û aliyên peywendîdar re anîn ziman.

Li sinorê parêzgeha Helebceyê 10 hezar û 600 donim baxên hinaran heye. Salane ev rêje her zêde dibe. Salane berhemek zêde yê hinarên Helebce dikeve bazarên Başûrê Kurdistan û Iraqê. Gelek caran ji bo ji dervey Iraqê re jî tên şandin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse