14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Riham Hesen: Çiyayên Êzidiyan hebe, Êzidî hene

Berdevka TAJÊ Riham Hesen anî ziman ku mîsogerbûna hebûna civaka Êzidî bi xurtkirina xweparastinê, parastina nasnameyê û mîsogerbûna mafên destûrî ve girêdayî ye û li dijî hewldanên veguherandina Çiyayê Şengalê bo qadeke leşkerî hişyarî da û daxwaz kir ku hêza xweparastina Êzidiyan were nasîn, jinên di destê DAIŞ’ê de girti bên rizgarkirin

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Riham Hesen, derbarê entegerasyona demokratîk, hevdîtinên nûnerên Êzidiyên Şengalê li gel hikûmeta Iraqê, giringiya Çiyayên Şengalê ji bo civaka Êzidî, rola YJŞ û TAJÊ vê di pêvajoyê de ji ajansa me Rojnews re nirxand.

Riham Hesen destpêka nirxandina xwe de behsa guhertinên siyasî yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, di nav de nîqaşên entegrasyona demokratîk ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan li Tirkiyê destpê kirine, bandora xwe li ser Iraqê jî dikin kir û balkişan de ser rola Rêber Apo ya li ser civaka Êzidî û tevahî herêmê kirî û got: “Civaka Êzidî jî pêwîste di vê pêvajoyê de bi nasname, îrade û hêza xwe beşdar bibe. Di van 12 salên dawî de, bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, civaka Êzidî meclîs, rêxistin û hêza xwe ya parastinê ava kiriye. Bi pêşengiya jin û ciwanan, civak kariye xwe birêxistin bike û li hemberî êrişên domdar li berxwe bide.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse