Têkildarî demokratîkbûnê divê derfetê dîrokî ji dest neçe. Her kes divê bi wijdan nêz bibe û xwedî li wezîfe û berpirsyariya xwe derbikeve. Dîrok kesên dereng mayî û wezîfeya xwe bi cih nayînin, efû nake!
Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke ‘Tevgera Hevrêtiyê ya Komînalîst’ pênase dike, roja 8’ê Cotmehê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daxuyaniyeke nû û pir girîng da. Rêveberiya Tevgerê ragihand ku hêzên gerîla yên li ser sînorên Tirkiyeyê vekişandine û 4 tunelên li Metîna vala kirine. Rêveberiya Tevgerê got, “Êdî ti hêzeke gerîla ya ji Tirkiyeyê re bibe gef, nemaye.”
Bê guman piştî biryarên fesixkirina PKK’ê, bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî, çek şewitandina 30 gerîlayan a 11’ê Tîrmeha 2025’an û di tevahiya sala 2025’an de gavên vekişandina hêzên di nava Tirkiyeyê de û li ser sînor, ev gavên di dawiya Îlona 2026’an û destpêka Cotmehê de hatine avêtin jî ji bo pêşdeçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Evane hemû nîşan didin ku aliyê Kurd çiqasê cidî nêzî pêvajoyê dibe û gavên pratîk ên ji bo pêvajoyê pêwîst bi cesaret diavêje.
Çavkanî: ANF Kurmancî