14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Banga Konferansa Pergala Mirov û Gerdûnê di Hizira Bedîuzeman Seîd Nûrsî da

Bi serperiştîya serokê Zanîngeha Silêmanîyê Birêz Prof. Dr. Kosar Mihemed Elî Murad Bi serokatîya dekanê Fakulteya Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Silêmanîyê Birêz Doç. Dr. Xalid Ehmed Mistefa û Serokê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê Birêz Doç. Dr. Zülküf Ergün Fakulteya Zanistên Îslamî bi hevbeşîya Komeleya Nûbiharê – Dîyarbekir – Turkîye konferensa heftem a zanistî ya navneteweyî di bin vî navî da li dar dixe.

Pesn û sipas ji bo Xwedayê perwerdekarê cîhanê, dirud û silav li ser gîyanê pak ê Pêxemberê me yê serwer Mihemedî û li ser malbat û hevalên wî bin.

Cîhana me ya îro di nav guherînên bilez ên hizirî, çandî û civakî ra derbaz dibe ku hin meydanxwazîyên kûr rûbirûyê wê bûne û karîgerîya wan li ser pergala nirxên mirovî çê dibe û şax davêje ser  seqamgîrîya civakî û nasnameyên wan ên resen.

Çavkanî: Çandname

Şîroveyek Binivîse