Rûsyayê bi balafirên bêmirov û fuzeyan êrîşî herêmên cuda yên Ûkraynayê kir, di encamê de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku nêzî 600 hezar kes bêelektrîk man.
Rûsyayê şeva sêşemê bi balafirên bêmirov û fuzeyan êrîş bir ser herêmên cur be cur ên Ûkraynayê. Li gorî Şaredarê Kîevê Vitali Kliçko, 3 kesan li paytextê jiyana xwe ji dest dan. Li herêma Dnipropetrovsk 2, li herêma Zaporijya jî kesekî jiyana xwe ji dest da. Li hin taxên Kîevê elektrîk qût bû.
Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê ragihand ku di êrîşan de ji xeynî 39 fuzeyên bi tîpa Îskender, KN-23, S-400, Tsirkon û Oniks, 128 balafirên bêmirov hatine tespîtkirin. Ûkraynayê jî diyar kir ku li gorî saeta Parîs ji 08.00’an û şûnve 4 fuzeyên balîstîk û 115 balafirên bêmirov jî di nav de bi giştî 119 hedefên hewayî hatin xistin yan jî bêbandorkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî