Li Vietnamê di çarçoveya karên li ser tespîtkirina nasname û hestiyên leşkerên di şerê bi Fransa û DYE’yê re jiyana xwe ji dest dan, roja Çarşemê ji bo 731 leşkeran merasîma cenaze hate lidarxistin.
Ji bo 731 leşkerên ku li Vietnamê di şerê dehan salan de jiyana xwe ji dest dan û hestiyên wan nû hate dîtin, li bajarê Ho Chi Minhê merasîma cenaze hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes li ser rêgeha ber bi goristana leşkerî li hev civiyan. Hinek welatiyan rahiştin kulîlkên spî, hinekan jî dua kirin. Darbestên ku bi ala neteweyî ya Vietnamê hatibûn pêçandin, bi otobusan birin goristanê.
Ji meha Tîrmehê û vir ve bi sedan leşker û pispor li gel makîneyên kar û pompeyên avê ji bo derxistina hestiyên mirovan dixebitin. Ji ber ku li hin herêman herî heye, ji bo dîtina hestiyan bi destan kolandin tê kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî