Serokê DYE’yê Donald Trump da zanîn ku li Gronland a herêma xweser a girêdayî Danîmarkayê ji bo lêkolînkirina berfireh a çavkaniyên petrol, gaz û madenê amadekarî tên kirin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê de ragihand ku li Gronlandê amadekariyên ‘’mezin ên lêgerîna petrol, gaz û madenê’’ tên birêvebirin.
Trump Groland weke ‘’Gronlanda nû û xweşik’’ pênase kir û da zanîn ku pisporan diyar kiriye ku li herêmê rêjeya petrola ku bi hêsanî were bidestxistin ji herêmeke din gelekî zêdetir e.
Çavkanî: ANF Kurmancî