Hat ragihandin ku Nasir Tariq Etiya yê êrîşî wêneyên şehîdan kiribû, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate girtin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, kesê bi navê Nasir Tariq Etiya duh li taxa Xiwêran destdirêjî li wêneyê şehîdên jin kiribû û ew niha ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye destgîrkirin.
Duh (çarşem) li taxa Xiwêran destdirêjî li wêneyên şehîdên jin û sembolên Kurdan hatibû kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî ew wêne ji nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Xiwêran hatiye wergirtin.
Çavkanî: ANF Kurmancî