Belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû di salvegera 12’an a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Di bîbîraninê de daxwaza vekirina dosyeyê û lêpirsîneke bi bandor hate kirin.
Belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê ku di 14’ê Cotmeha 2014’an de li navçeya Seyhanê ya Edanayê dema bi bisiklêtê rojname belav dikir hatibû katilkirin, di salvegera 12’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li goristana Kuçukobayê ya Edeneyê hat bibîranîn. Li gel malbata Kadrî Bagdu gelek kes tev li bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo cangoriyan dest pê kir.
Piştre Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAYDER) Abidin Eye axivî û di kesayetiya Kadri Bagdu de hemû cangoriyên doza azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku ew ê têkoşîna wan bidomînin û li ser rêya wan bimeşin.
Çavkanî: ANF Kurmancî