14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Girtiyê nexweş Oduncu xwînê diavêje

Girtiyê nexweş Zerdeşt Oduncu diyar kir ku ew xwînê diavêje û rêveberiyê girtîgehê dest daniye ser qapûtê wî.

Girtiyê nexweş Zerdeşt Oduncu ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Boluyê tê girtin, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re de diyar kir ku ew êdî xwînê vedişêre û tevî ku daxwazname daye jî sewqa wî ji bo nexweşxayê nayê kirin.

Oduncu got ku bi ser kawişê wan de girtine û qapûtên wan kom kirine û gelek girtî nexweş ketine. Oduncu destnîşan kir ku dermanên wan jî nayên dayîn, nexweşî zêde bûne û tevî vê yekê jî sewqa wan ji bo nexweşxaneyê nayê kirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse