15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Li Kerkûkê belgefîlma ‘Çawe’ hate nîşandayîn

Li Kerkûkê belgefîlmê bi navê “Çawe” ku li ser bûyer û kesayetên siyasî ye hat nîşandayîn.

Êvara 13’yê mehê li Salona Rewşenbîrî ya Kerkûkê ya bi amadebûna hejmarek welatî, sînemakar, çalakvan belgefîlm hat nîşandayîn.

Derhênerê belgefîlmê Tariq Mihmed di dema nîşandayîna belgefîlmî de axivî û got: “Ev berhem projeyeke 10 salî ya karekê bû. Di encamê de me karî berhemek wiha derxin holê. Pêşwazîkirina germ a xelkê Kerkûkê em kêfxweş kirin. Nifşên nû li ser kesayet û bûyerên dîrokî ne xwedî zêde agahî ne. Eger bi rêya arşîvkirinê neyê parastin, di nava 20 salên bê de nikarîn binasin. Qeydkirina van bûyer û kesayetiyan çavkaniyeke girîng e ji bo nifşên nû, ji bo lêkolîn, xebatên master, raportên rojnamegerî.”

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse