15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Li Baglarê xizanî mezin dibe: Gelek malbat tenê dahnekî dikarin xwarinê bixwin

Li Baglarê ku xizaniyeke mezin lê heye, bêkarî û nexweşî zêde bûye. Keyayên taxan dibêjin, bi hezaran malbat bi alîkariyê debara xwe dikin, gelek malbat jî rojê tenê dahnekî dikarin xwarinê bixwin.

Li Tirkiyeyê xizaniya giran, lêçûnên zêde yên jiyanê û zehmetiya peydakirina pêwîstiyên esasî yên jiyanê bandoreke neyînî li mercên jiyanê yên bi milyonan kesî dike. Li gorî Statîstîkên Mercên Jiyanê û Xizaniyê yên 2025’an ên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) ji sedî 27,9 ê nifûsê xizan e û bi rîska dervehiştina civakî re rû bi rû ne. Di nava zarokan de ev rêje digihêje asta ji sedî 36,8’an.

Li gorî heman daneyan, rêjeya xizaniya civakî û madî ji sedî 11,9, rêjeya xizaniya timî ji sedî 13,6 e.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse