15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Dara zeytûnê: Zanayê bêdeng ê demê

Dara zeytûnê ku di kûrahiya bedena wê de dîrok, di nava pelên wê de sirên herî pak ên xwezayê veşartî ye, remza bêdemiyê ye. Her kêliya li binê siya wê, gengeşiya li nava mejî bi bêdeng dike û ew aramiya qedîm a li kûrahiya ruh jinûve geş dike.

Dara Zeytûnê zanayê qedîm ê xwezayê, remza sebir û nemiriyê ye. Mînak çîrokekê ye ku bi pelên xwe yên zîvî ber bi ezmanan ve hildikişe û di nava bê de dike pisepis. Bi rehên xwe sebirê digihîne kûrahiya dîrokê, bi bedena xwe li ber demê radibe. Berhemên xwe jî berhemdariya xakê ye, diyariya zêrîn a xwezayê ye.

Dara Zeytûnê li xaka xizan jî reh berdide, bi salan dikare li ser piyan bimîne û nîşaneya qewînî û aştiyê ye. Hem bi zeytûna xwe hem jî bi rûnê xwe şîfa û bereketê dide mirovan. Pelên xwe jî weke pirtûkeke dîrokê ye. Her şaxekî xwe çîrokeke cuda vedibêje.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse