9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Rapora pisporan a li ser projeya madenê ya li Kasorê: Dikare bibe sedema hezaz,

Rapora pisporan a têkildarî karê madenê ku wê li Tejaneya Kasorê zerarê bide çavkaniyên avê yên binê erdê û gelek gundan, kete dosya dozê. Di raporê de hate gotin ku proje wê zerareke cidî bide herêmê.

Rapora zanyaran a doza li ser “Projeya Lêgerîna li Madenê ya bi Rêbaza Qelaştin û Sondajê” kete dosya dozê ku Şîrketa Lîmîted a Bazirganî û Pîşesaziyê ya Xizmetên Proje û Endezyariya Înşaetê ya Madenkariyê ya Kiliç Kardeşler dixwaze li Tejaneya Kasorê ya li navçeya Pasûrê ya Amedê çêbike. Di raporê de hate ragihandin ku qada projeyê di asta çêrgehê de ye, li nava Qada Parastina Bendava Sîlvanê de  ye û işaret bi rîskên cuda yên li ser çavkaniyên avê, emîsyona hewayê, hezaz, erozyon û cihêrengiya biyolojîk hate kirin.

Di dozê de ku li Dadgeha Îdareyê ya 1’emîn a li Amedê tê dîtin, dozdaran bi daxwaza betalkirina karê “Pêwîstî bi nirxandina bandora li hawirdorê nîne” doz vekirin û di çarçoveya vê dozê de jî lêkolîna pisporan li qadê hate kirin. Heyetê piştî keşfê li îdîayên aliyan guhdarî kir û li qada projeyê çavdêrî û lêkolîn kir, wêne kişand û tespîtên xwe li nava raporê bi cih kir.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment