15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Di dîroka Mêrdînê de serkirdeya navdar ya eşîra Raman; Perîxan Xatûn

Di cîhana tevlihev a eşîr û desthilatdariya mîran de, jinan carnan bi wergirtina postên serokatiyê dîroka herêmekê guhertine. Li herêma Mêrdînê û di atmosfereke eşîrî ya Bakurê Kurdistanê ya wê demê de, Perîxan Xatûn wekî yek ji pêşengên jin yên Kurd yên herî bi bandor û navdar xuya dike ku di serdema Osmaniyan de kariye serokatiya eşîra Raman bigire destê xwe û siberoja civakî û siyasî ya herêmê binivîse.

Mêrdîn, ku bajarekî dîrokî yê Bakurê Kurdistanê ye, di serdema Osmaniyan de warê eşîrên mezin bû. Di nav van hêzên civakî de, eşîra Raman wekî yek ji eşîrên herî girîng û bi bandor yên herêmê dihat nasîn.

Di vê atmosfera dijwar ya tijî krîzên siyasî û leşkerî de, birêvebirina karûbarên eşîrekê wêrekî, jêhatîbûn û karîzmayek xurt hewce dikir, ku Perîxan Xatûn, keça malbata begên Hesenkeyfê, di kesayetiya xwe de bi temamî nîşan dabû.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse