15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

KJAR’, bertek nîşanî ji nû ve sepandina cezayê darvekirinê yê li dijî Werîşe Muradî da û bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina cezayên darvekirinê bilez bikevin nava liv û tevgerê.

Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşger a Tehranê bi serokatiya Ebulqasim Selavatî, careke din Werîşe Muradî bi sûcdariya “endamtiya komeke çekdar a serhildêr” mehkûmî cezayê darvekirinê kir. Ev biryar, piştî ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê berê ya li dijî Werîşe Muradî betal kiribû û doz ji bo ji nû ve darizandinê şandibû dadgeha, hate dayîn. Li gorî agahiyên der barê dozê de, dadgehê di pêvajoya dadgehkirina nû de lêkolînên ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibûn xwestin, pêk neanîne.

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) daxuyaniyek da û ji nû ve sepandina cezayê darvekirinê ya li dijî çalakvana siyasî ya Kurd û endama KJAR’ê Werîşe Muradî, şermezar kir. KJAR’ê, pergala dadwerî û saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê rasterast ji jiyan û ewlehiya Werîşe Muradî berpirsiyar dibîne.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse