Di Konferansa Kurd a 20’emîn de ya li Parlamenta Ewropayê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandin û bang hate kirin. Ji bo aştiya mayinde işaret bi girîngiya demokratîkbûnê, garantiyên qanûnî û muzakereyên mercên wekhev hate kirin.
Konferansa Kurd a ku 14’ê Cotmehê li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê bi resepsiyonekê destpê kir, bi bernameyeke berfireh dest bi roja duyemîn kir. Rûniştinên duyemîn û sêyemîn ên konferansê yên piştî nîvro li ser guherînên jeopolîtîk û rola jinan a di paşeroja Rojhilata Navîn sekinî.
Rûniştina duyemîn a konferansê bi sernavê “Li Rojhilata Navîn werçerxek: Guherînên jeopolîtîk, veguherîna demokratîk û lêgerîna aştiyê” hate lidarxistin.
Çavkanî: ANF Kurmancî