15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo tê wata naskirina nasnameya Kurd

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat got: “Rêber Apo nasnameya gelê Kurde. Azadiya Rêber Apo tê wateya naskirina nasnameya Kurd, çareseriya meseleya Kurd û azadiya Kurdane. Ji ber ku Rêber Apo ne kesek, ew nasnameyek kolektîf û rastiyeke sazîbûyî ye.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe ya ligel Tugçe Tatarî ji Kanala T24’ê de bi kurtî ev tişt diyar kirin:

“Ji ber ku me dizanibû em ê çi bikin, hem kelecanî bûn hem jî aram bûn. Şewitandina çekan çalakiyeke sembolîk bû; nîşana derbasbûna stratejiya siyasetek demokratîk û biryardariya vê gava nû bû. Her hevrêyek di wê merasîmê de, bi vê hişmendiyê tevdigeriya û wateya vê çalakiyê baş dizanibû. Me stratejiya xwe guherandibû û me biryardariya xwe bi wê çalakiya sembolîk nîşan da.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse