15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Bîranîna 26 şehîdan bi dawî bû: Şehîd rûmeta gelan e

Merasîma bîranînê ya ji bo 26 şehîdên YJA Star û HPG’ê bi dawî bû.

Bîranîna 26 gerîlayên YJA-STAR û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê ku di demên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li bajarê Qamişloyê, li Stadyûma Heysem Kiço pêk hat. Bi hezaran kes li stadyûmê kom bûn û cangorî bi bîr anîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma El- Cansim li ser navê pêkhateya Ereb axivî û got: “Şehîd li cem xwidê zindî ne. Em şahadeta 26 şehîdan li meclîsê pîroz dikin. Dayîkên şehîdan silav dikin. Zarokên wan ji bo azadiyê gihiştin asta herî bilind.  Ev nîşaneya hevgirtina gelê Kurd, Ereb, Siryan û Ermen e. Wê fitne bi ser nekevin.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse