15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Peyama Sachez a ji bo Tirkiyeyê: Ne bi dronan bi demokrasiyê dikarin bikeve YE’yê

Raportorê Parlamentoyê Ewropayê yê Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor diyar kir ku Tirkiye ne bi kapasiyeta xwe ya leşkerî û IHA’yan bi demokrasiyê dikare bikeve Yekîtiya Ewropayê û destnîşan kir ku divê mafên Kurdan were mîsogerkirin.

Di rûniştina yekem a Konferansa Kurd a li Parlamentoya Ewropayê de ku saet 3’ê piştî nîvro dest pê kir, endamê Parlamentoya Ewropayê û endamê Hevpeymaniya Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan, Nacho Sánchez Amor, axivi.

Moderatoriya rûniştinê ji aliyê siyasetmedar Hişyar Ozsoy ve hate kirin. RewşaTirkiyeyê û rewşa meseleya Kurd a pê re girêdayî, ji Sanchezê hate pirsîn.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse