15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

10 roj in agahî ji hunermend Jîna Ehmedî nayê girtin

Kolber News’ê ragihan, hunermend Jîna Ehmedî ya ji bajarê Merîwanê ev 10 rojin li girtîgehe Sinê tê girtin, aqûbeta wê nediyar û hevdîtina asayî û telefonê a bi malbatê wê re jî hatiye qedexekirin.

Li gorî nûçeya malpera Kolber News, hunermenda ji gundê Nigil yê Merîwanê, Jîna Ehmedî, ku bi nasnavê Jîlemo jî tê nasîn, li mala xwe ya li Merîwanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin û ji bo Girtîgeha Navendî ya Sineyê hate veguhastin, piştî girtina wê 10 rojan, çarenûsa wê hîn ne diyare.

Her wisa hate gotin, hunermenda jin ev 10 roj in li beşa jinan a Girtîgeha Navendî ya Sine ye, ji mafê xwe yê hevdîtina bi parêzer, telefonkirin û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse