MÎA-FED’ê bertek nîşanî guhertina cihê peykerê Selahedînê Kurdî da û got, “Ev ne restorasyon e, hewldana qutkirina dîroka Kurdan a ji xaka wan û jêbirina bîra wan e.”
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) derbarê rakirin û veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî ya li Şamê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de bertek nîşanî di bin navê ‘restorasyonê’ de rakirina peykerê Selahedînê Kurdî ya li Şamê hat dayîn û wiha hat gotin: “Ev ne restorasyon e, hewldana qutkirina dîroka Kurdan a ji xaka wan û jêbirina bîra wan e. Ev polîtîkayek e ku ji zû ve di bin navê biratiya ummetê de tê meşandin. Di bingeha rakirina peykerê Selahedînê Kurdî ji Şamê û birina cihekî din de ev tişt heye. Di şexsê wî de hewl dana jêbirina dîroka Kurdan, nêrîna rêveberiya Şamê ya li hemberî Kurdan bi eşkereyî nîşan dide. Hişmendiya ku duh Hewlêrê bombebaran kir û hişmendiya ku îro peykerê Selahedîn li Şamê radike heman e.”
Çavkanî: ANF Kurmancî