Ozgur Karabûlût diyar kir ku avaniyên sendîkayî yên heyî hem berjewendî û mafên endamên xwe nikare biparêze, hem jî bê rêxistin e û pirsgirêkên kedkar û karkeran çareser nake.
Li Tirkiyeyê desteserkirina mafên karkeran roj bi roj zêde dibe. Li Tirkiyeyê ku vediguhere welatê mûçeyê kêmtirîn, karker neçar têne hiştin ku bê sîgorta û ji mafên xwe bêpar bixebitin. Li gorî daneyên Wezareta Ewlekariya Civakî û Kar li Tirkiyeyê 17 milyon 637 hezar û 475 karkerên qeydkirî hene, ku tenê 2 milyon û 500 hezar ji wan sendîkayî têne dîtin.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Rê, Înşaet û Avahiyan a Şoreşger (Dev-Yapi Îş) Ozgur Karabûlût desteserkirina mafên karkeran û astengkirina têkoşîna sendîkayî ji ajansa me re nirxand.
Çavkanî: ANF Kurmancî