Dayika Hediye ragihand ku kurê wê şehîd Salih da pey xeyalên xwe û got, “Xeyala wî Partî bû; dilsozê Partiyê bû, partîzan bû.”
Dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dîroka yekj i berxwedanên herî demdirêj ên dîroka cîhanê ye. Tevgera berxwedanê ya li hemberî êrişên qirkirinê yên sed salî yên li dijî gelê Kurd destpê kir, jiyana gelê Kurd bi temamî guherand, xaka mirî ji ser gel rakir û tevgereke welê afirand ku xwe bi pêş ve dibe.
Di dîroka Tevgera Azadiyê de salên 1990’î xwedî cihekî girîng e. Li hemberî zext, polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyonê di salên 1990’î de gel serî hilda û pêşî li her cûre êrişan girt ku heta wê demê li Kurdan dihate rewakirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî