16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Jina Kurd ya ku Şamê kir navenda zanist û xêrxwaziyê: Baba Xatun

Di serdema desthilatdariya Eyûbiyan de, dema ku şûr û siyaset ji bo avakirina dewletê tevlî hev dibûn, jin ne li pişt perdeya desthilatdariyê bûn, belkû rêber û sedema pêşveçûna civakê bûn. Di vê rêyê de, Baba Xatûn keça Esededîn Şêrko, wekî sembola geş a bexşendeyî, îradeya serbixwe û fikra pêşkeftî, Şamê kir navenda zanist û xêrxwaziyê.

Baba Xatûn ji nava binemalek navdar û bibandor ya dîrokî hatiye dinê. Ew keça serkirde û siyasetmedarê navdar Esededîn Şêrko ye ku li Misrê wezîrê Nuredîn Zengî û mamê Selahedînê Eyûbî bû. Damezrênerê împartoriya Eyûbiye. Mezinbûna di nava hawirdorek wiha de Baba Xatûn kiribû xwedî kesayetek bihêz, serbixwe û xwedan helwest ku ew bi tenê bi naz û xweşiyên binemala xwe ve nehatibû girêdan. Wê hertim navê xwe bi xêr û zanistêve girêda.

Yek ji rawestgehên herî giring û diyar yên jiyana Baba Xatun damezrandina Dibistana Adliyeya Biçûk a li bajarê Şamê ye. Baba Xatun ji bo serxistina vê armanca xwe ya mezin bi pêngavek aboriya serbixwe xaniyek, hemamek, gundek bi temamî û beşek ji çend gundên din ên derdora Helebê kirî.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse