9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Fransayê serhildana ciwanan mezin dibe

Çalakiyên lîseyiyan ên ku hema bêje 2 hefte ne li Fransayê didomin, 40 sal in cara ewilî desteka hemû sendîkayên karkeran û perwerdeyê digire. Hikûmetê ragihand ku piştî 10 rojên din wê 3 hezar mamosteyên cîhgir bên wezîfedarkirin, lê krîz hîn kûrtir e.

Piştî çalakiyên blokajê yên li Lîseyan û tundiya polîsan, 6’ê Cotmehê bi sed hezaran kes daketin kolanan. Li gorî sendîkayan zêdeyî 450 hezar kes li seranserî welêt tevlî çalakiyan bûn. 8’ê Cotmehe vê carê bi taybetî li Parîsê xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin. Li gorî hikûmetê li seranserî welêt nêzî 72 hezar kes, li gorî sendîkayan 130 hezar kes daketin kolanan. Li Qada Bastille ya navdar a li Parîsê, li gorî Wezareta Karên Hundir 24 hezar û 500 kes kom bûn.

Lîderê partiya çepgir LFI, Jean-Luc Melenchon got, “Bastîlle paşde hate standin. Xwepêşandana bi bandor a ciwanên ku daxwazên xwe bi rengekî herî xweş anîn ziman! Serbilindiyeke bêhempa. Li ser banga sendîkayên ciwanan û sendîkayên xebatkaran em 13’ê Cotmehê roja sêşemê werin ba hev.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment