Çiyayê şengalê ku di hemû fermanan de bûye stargeha sereke û sembola berxwedanê ya civaka Êzidî, piştî karesata sala 2014’an careke din girîngiya xwe ya dîrokî nîşan da. Li gorî Êzidiyan, parastina vî çiyayî mîsogeriya hebûn û paşeroja wane; lewma divê hemû alî bibin yek da ku rê li ber qirkirin, bêedaletî û koçberiyê bigire.
Çiyayê Şengalê ji bo Civaka Êzidî xwedî watayeke gelekî girînge; di heman demê de sembola hebûn, berxwedan û sitargeha wane. Ji berê heta îro, di hemû ferman û karesatên ku hatine serê Êzdiyan de, Çiyayê Şengalê bûye stargeha sereke û rê li ber qirkirin û tunebûna wan girtiye. Piştî fermana 2014’an jî girîngiya vî çiyayî û mafên rewa yên civaka Êzidî careke din bûye rojeva sereke ya welatiyan. Welatiyên Şengalê dixwazin ku çiyayê wan nebe cihekî leşkerî, lê belê bibe sitargehek ji bo parastina wan û eger hêzeke leşkerî di çiya de hebe jî, serweriya çiya di destê hêzên Êzidiyan de be.
Her wiha Şahir Îsmaîl jî destnîşan kir ku dîroka çiyayê Şengalê gelek caran bûye stargeha Êzidiyan û got: “Di fermana 2014’an de, eger ew çiyayê me neba, DAÎŞ’ê dê hemû gund dagir bikira û civaka me yê mayî jî dê biketa destê wan. Mirovan bi dilxwazî û mêrxasî ev çiya parastin. Cihê çiyayê me deşt ba, yekî ji me jî di wê êrişê de rizgar nedibû. Çiyayê Şengalê nebe, Êzidî jî nînin. Em daxwaz dikin ku hemû aliyên siyasî yên li Şengalê dest bidin hevdu û gelê me bibe yek dil û yek can. Her wiha daxwaza me ji Hikûmeta Iraqê ewe ku mafê gelê me nexwe. Ev 12 salin vî gelî û van şervanan parastina vî çiyayî kiriye; em dixwazin hikûmet jî xwedî li keda gel û şervanên nav çiyê derkeve.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî