Meqamên Erebistana Siûdî ragihandin ku di êrişên Hûsiyan ên li ser balafirgeha li paytext Riyadê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rêveberiya Riyadê diyar kir ku heta hemû herêmên ji destê hêzên hikumetê çûne yên li Yemenê bê vegerandin wê agirbest nebe.
Meqamên Erebistana Siûdî ragihandin ku roja Pêncşemê li paytext Riyadê di êrişên li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Qral Xalid de 3 welatiyên Siûdî jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya sibeha Înê de hate gotin, li gel hin tesîsên li balafirgehê her wiha balafireke şîrketa rêyên neteweyî ya Erebistana Siûdî Saudia jî bûye hedef. Şîrketê diyar kir ku di êrişê de yek ji pîlotan jiyana xwe ji dest da.
Hûsî jî bi êrişa li ser tesîsên petrolê yên Erebistana Siûdî bersivê dide van operasyonan. Êrişên li ser vî welatê ku firoşkarê herî mezin ê petrolê yê cîhanê ye, rojên dawî li ser balafirgeha jî berfireh bûye. Meqamên hewakariyê yên Siûdî roja Çarşemê jî diyar kiribûn ku di êrişên li ser du balafirgehan de 3 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn.
Çavkanî: ANF Kurmancî