Serokwezîrê Iraqê Alî el-Zeydî bi erêkirina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hin komên weke rêxistina terorê tên binavkirin, tevlî hikûmetê kir.
Serokwezîrê Iraqê Alî el-Zeydî bi erêkirina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hin kesên girêdayî komên weke rêxistina terorê tên binavkirin, tevlî hikûmetê kir û tayînkirinên li kabîneyê temam kir. Çavkaniyên dîplomatîk ên ji AFP’ê re axivîn, ragihandin ku Washington ev biryar li beramberî sozên bêçekkirina komên çekdar ên alîgirê Îranê erê kiriye.
Yek ji çavkaniyan diyar kir ku el-Zeydî meha îlonê di çarçoveya Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de çûbû serdanê û di wê serdanê de ev biryar bi DYE’yê daye qebûlkirin. Serokwezîrê Iraqê di dema vê serdanê de bi Serokê DYE’yê Donald Trump re jî hevdîtin kiribû.
Çavkanî: ANF Kurmancî