16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

KJK’ê diyar kir ku her êrişa li ser Rojava êrişa li dijî Kurdan, jinên Kurd û tevahiya mirovahiyê ye û bang li her kesî kir ku xwedî li şoreşa mirovahiyê ya Rojava derkevin.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrişên li ser nirxên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Beriya her tiştî di şexsê şehîdên Rojava de yên hatin ragihandin em şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja re dixwazin. Weke ewladên bi rûmet ên mirovahiyê wan ji bo pêkanîna armanca jiyana azad têkoşîneke mezin meşandin û tevlî karwanê nemiran bûn. Di serî de xelkê Rojava, malbatên wan û hevrêyên wan em bang li mirovahiyê dikin ku xwedî lki nirxên şervanên me yên azadiyê û jiyana bi rûmet derkeve û ji bo dilsoziya bi bîranîna wan re beşdarî avakirina civaka azad û demokratîk bibe.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse