16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin

Jinên beşdarî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bûn karên bi salan, astengiyên rû dan û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin.

Konferansa Jineolojiyê Ewropayê ku bi dirûşma “Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana komînal û azad ve” li bajarê Haelen ê Hollandayê tê lidarxistin, bi rûniştina yekemîn a bi sernavê “Jineolojî: Li ser bingeha azadiyê zanista avakirina nasnameya jinê” dewam kir. Di rûniştinê de tecrûbe, destektî û kêmasiyên karên Jineolojiyê yên li Ewropayê hatin nirxandin û perspektîfên dema nû hate destnîşankirin.

Di destpêka rûniştinê de li ser karên komîteyên Jineolojiyê yên li Ewropayê sînevîzyonek hate nîşandan.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse