16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber

Mêrdîn TUHAY-DER’ê bal kişand ser taloqkirina berdana girtiyan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û xwest, girtiyên siyasî bêne berdan. Komeleyê ji bo rakirina a stengiyên li pêşiya pêvajoya aştiyê bang kir.

Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Mêrdînê (TUHAY-DER) bi dirûşma “Azadî ji girtiyan re, hêvî ji aştiyê re” li ber Edliyeya li Mêrdînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî li gel şêniyên herêmê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka TUHAY-DER Mêrdînê Ayşe Bozan daxuyanî da û got, ew li bendê ne ku girtiyên siyasî azad bibin, tevlî jiyana demokratîk bibin û di nava mercên azad de tevkariyê li pêvajoyê bikin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse