Serokê berê yê Venezûelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores, ji ber îdiayên ku li dijî muxalifên siyasî sîstema êşkenceyê plan kirine, li New Yorkê derketin pêşberî dadger. Ji her yekê re 50 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Serokê berê yê Venezûelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores, bi îdiaya ku di navbera salên 1999-2025’an de tevlî komploya êşkenceya li dijî muxalifên siyasî bûne, li dadgeheke federal a li New Yorkê derketin pêşberî dadger.
Hat ragihandin ku Maduro û Floresê li dadgehê hemû sûcdariyên li ser xe red kirine û diyar kirine ku ew bêsûcin.
Çavkanî: ANF Kurmancî