Mehmet Halît Oral ku li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo li Girtîgeha Mereşê çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” da destpêkirin, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate bîranîn.
Bîranîna li taxa Bahçelîevlerê bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) hate lidarxistin.
Malbata Oral, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, her wiha gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Çavkanî: ANF Kurmancî