16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Şîfreya Napolyon a 200 sal in çareser nabe, bi AI hel kirin

Diyarname
AI (Hişê Çêkirî) hema her tiştî dide ber xwe. Vê carê şîfreya ku ev 200 sal in nedikarîn çareser bikin, çareser kirin. Em qala şifreya leşkerî ya Napolyon dikin

Li ser vê AFP’ê nûçeyek çêkir. Di sala 1809’an de Napolyon Bonapart nameyeke şîfrekirî ya leşkerî ji yek ji generalên xwe re dişîne. Ev name, ku ji sembol, hejmar û tîpan pêk dihat û nêzîkî 24 rêzan bû, zêdeyî 200 salan e di arşîvên dîjîtal de wekî şîfreyek neçareserkirî dihat parastin. Lê niha ew bi AI hat çareserkirin.
Carter Church, endezyarê zîrekiya çêkirî yê 27 salî yê ku di şîrketa sîber-ewlehiyê SentinelOne de dixebite, bêyî ku pisporê dîrokê an kriptolojiyê be, bi modela GPT-6 Astra ya OpenAI di tenê şeş saetan de ev name deşîfre kir.

Churchî ji bo AFP’ê xeber daye û ew dibêje ku hêza rastîn a zîrekiya çêkirî “sebat” e û gelek metnên dîrokî yên şîfrekirî ji ber dem û kedê zêde nehatine lêkolînkirin.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse