Diyarname
PFDK (Lijneya Dîpîslînê ya Fûtbola Profesyonel) ku girêdayî TFF’ê (Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê) ye ceza da Amedsporê.
Hefteya borî di Lîga Super de maçên hefteya 7’an hatin lîstin. PFDK’ê ew hefte nirxand û ceza li hin tîman birîn. Ji van ceza li Amedsporê jî birî.
PFDK’ê di maça Gençlerbirligi-Amedsporê de, bi sedema “tezahuratên xirab” qertên alîgirên Amedsporê yên li pişt kelehê yên bakur, rojava û trîbun vîpê betal kirin.
Her wiha saziyê 280 hezar TL jî cezayê pereyan li Amedsporê birî. Di vê cezayê de sedem wekî “bûyerên li sehayê” nîşan da lê nediyar nekir ka çi bûyer derketine.
Saziyê ji bo heman hefteyê li Trabzonsporê 780 hezar, li Kocaelisporê 755 hezar, li Galatasaray û Beşiktaşê jî her yek 280 hezar TL cezayê pereyan birî.
Çavkanî: Diyarname