Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê êrîşên li ser nirxên Rojava û gelê Kurd şermezar kir û got, “Destê xwe ji gelê me vekêşin! Destdirêjî li nirxên mirovahî û gelê Kurd nekin.”
Komîteya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî êrîşên li ser nirxên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Daxiyanî li Komîteya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna sedan malbatên şehîdan û xebatkarên wargehê, bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Qedrî Şirîşeyî daxuyaniyek da.
Çavkanî: ANF Kurmancî